Kirmaşan – Mamostaya zimanê kurdî Anîsa Ceiferî hat girtin

Hengaw: Li bajarê Şabad li parêzgeha Kirmaşanê, aktîvîsteka kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

24 November 2020 09:45


Hengaw: Li bajarê Şabad li parêzgeha Kirmaşanê, aktîvîsteka kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 23 vê mehê li bajarê Şabad li parêzgeha Kirmaşanê, aktîvîsta kurd û mamostaya zimanê kurdî Anîsa Ceiferî ji aliyê hêzên îtilaatê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

Li gorî agahiyan, hêzên îtilaatê di dema girtina wê aktîvîsta kurd de mala wê teftîş kirin û gelek tiştên wê jî zeft kirin. 

Anîsa Ceiferî li zankoya Kurdistan ya bajarê Sine pişka zimannasiyê dixwîne û di qonaxa masterê de ye. Her wiha mamostaya zimanê kurdî û endama encumena nivîskarên kovara edebî û hunerî ya “J” ye jî. 

Ew aktîvîsta han roja 17 Kanûna par jî li Kirmaşanê hatibû girtin lê piştî demek kurt hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin