Kolber û bazirganekî kurd ji aliyê hêzên sipaha pasdaran ve hatine birîndarkirin

Hengaw- Di heyama çend rojên borî de hêzên çekdar yê Îranê li bajarên Şino û Serdeştê, kolberek û bazirganekî kurd bi guleya rasterast birîndar kirine.

13 May 2019 10:12


Hengaw- Di heyama çend rojên borî de hêzên çekdar yê Îranê li bajarên Şino û Serdeştê, kolberek û bazirganekî kurd bi guleya rasterast birîndar kirine.

Li gor agahiyên gehêştine ber destê Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, roja şemiyê 11 mehê hêzên Sipaha Pasdaran li rêka Şino bo Pîranşarê bi hêceta hebûna barên qaçax gule li otomobîla welatiyekî xelkê Şinoyê reşandine û ev bi giranî birîndar kirine.

Li gor agahiyan, paşnavê kesê hatî birîndar kirin Telayî ye û xelkê gundê Çişmegulê ye.

Ji aliyek din ve li çend rojên borî de hêzên çekdarên Îranê li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Bêwran ya Serdeştê kolberek bi navê Mihyedîn Rehîmî birîndar kirine.
 


Di vî warî de zêde bixwînin