Kolberek hat kuştin û sê kolberên jî birîndar bûn

Hengaw- Kolebrekî kurd li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên Spaya Pasdarên Îranê ve hat kuştin.

04 May 2019 22:43

 

Hengaw- Kolebrekî kurd li ser sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên Spaya Pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gor agahiyên Dezgehê Mafê Mirovan a Hengawê, îro danê sibê li devera Şoşmê li nahiya  Newsûd a Pawe, hêzên Spaya Pasdarên Îranê gule li komek kolberan reşandine.

Li gor agahiyan, di encama gule raşandina pasdaran de kolberekî kurd bi navê Sadiq Ezîzî hat kuştin û sê  kolberên din jî birîndar bûn.

Kesê ku jiyana xwe ji dest daye xelkê gundê Bêwne yê bajarokê Ciwanro yê Kirmanşayê bûye.

Heta niha navên sê kolberên birîndar bûne jî nehatiyê zanîn.


Di vî warî de zêde bixwînin