Kolberek li ser sînorên Banê hate kuştin

Hengaw- Kolebrekî 16 salî li ser sînorên Banê ji aliyên hêzên çekdarên Îranê ve hate kuştin.

26 June 2019 10:04


Hengaw- Kolebrekî 16 salî li ser sînorên Banê ji aliyên hêzên çekdarên Îranê ve hate kuştin.

Li gor agahiyên geheştinî Dezgeha Mafê Mirov Hengaw, êvara roja sêşemiyê 25 mehê hêzên çekdarên Îranê li ser sînorên Banê, gule li komek kolberan reşandine û di encamê de kolberekî jinayan xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên Hengawê, Hêmin Salihpûr xelkê gundê Elvetê di encama gule reşandina çekdarên Îranê ve hatiye kuştin.

Hat zanîn cesedê Hêmin ji bo nexaşxaneya bajêr hatiye veguhestin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin