Keça kurd li ber zewaca bi zorê xwe kuşt

Hengaw- Keçeka xelkê Banê li ber zewaca bi zorê ji aliyê malbatê ve xwe kuşt.

11 June 2019 12:47


Hengaw- Keçeka xelkê Banê li ber zewaca bi zorê ji aliyê malbatê ve xwe kuşt.

Li gor agahiyên geheştinî destê Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê roja çarşemiyê 5 mehê keça 19 salî bi navê Soma Xidirî xelkê gundê Kîyûle yê Banê ku bi zorê neçar kirine li gel xizmekê xwe de zewacê bike xwe kuştiye.

Hate zanîn keça 19 salî bi xarina derman xwe kuştiye.

Li gor peyamnêrê Hengawê, malbata Soma bi awayekî dizî ve cenazeyê keça xwe çal kirine.

Peyamnêrê Hengawê li ser vê rudawê li gel birayê Somayê peywendî daniyê li birayê Somayê amade nebûye qise bike.
 


Di vî warî de zêde bixwînin