L Şino kolberekî kurd di çem de xeniqî

Hengaw: Li devera Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di çem de xeniqî û can da.

15 May 2019 20:03


Hengaw: Li devera Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di çem de xeniqî û can da.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Hengawê, duh êvarê kolberekî kurd bi navê Aram Zerde Şiwane (17 salî), dema dixwast ji çemê Gaderê li nêzîkî bajarê Şino derbas bibe, li ber avê çû û xeniqî.

Li gorî agahiyan, wî xortê kurd cara yekem bû kolberî dikir. Piştî ku bavê wî ji aliyê hikûmetê ve hatibû girtin, bi neçarî biryar dabû kolberiyê bike.

Ew kolberê kurd xelkê gundê Gindewîle yê bajarê Şino bû.
 


Di vî warî de zêde bixwînin