Li Bane bazirganekî kurd ji ber teqîna mînê koça dawiyê kir

Hengaw- Li gundekî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mayinekê bazirganekî hat kuştin û bazirganek jî birîndar bû.

14 May 2019 22:33


Hengaw- Li gundekî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mayinekê bazirganekî hat kuştin û bazirganek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê, şeva borî li kêleka gundê Nîrwan yê bajarê Bane mîn bi du bazirgan da teqiya ye bazirganê bi navê Şaho Spahî koça dawî kiriye û pismamê wî Suran Sipahî jî bi giranî birînda bûye.

Li gorî wan agahiyan, Hengawê di encama wê teqînê de ew bazirganê kurd (20 salî) canê xwe ji dest da. Şaho Sipahî xelkê gundê Nîrwan bû. Suran Sipahî jî li nexweşxaneyê tedawî dibe.
 


Di vî warî de zêde bixwînin