Li Bane kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Hengaw- Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin.

19 May 2019 20:15


Hengaw- Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê, îro danê sibehê li zozana Suraw ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê komek kolberên kurd dane ber guleyan.

Wan çavkaniyan dane zanîn, di encama wê êrişê de fîşek li kolberekî bi navê Mihemed Resûl Ezîzî ket, di encamê de ew kolber hatiye kuştin.

Kolberê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Kanî Sêvê yê Bane û bavê 4 zarokan bû.

Li gorî amar û agahiyên Hengawê, ji destpêka îsal ve heta niha 5 kolberan li devera Bane canê xwe ji dest dane.
 


Di vî warî de zêde bixwînin