Li Birûcirdê girtiyek hat bidarvekirin

Hengaw: Li bajarê Birûcird li parêzgeha Loristanê, girtiyek hat bidarvekirin.

11 November 2020 19:01


Hengaw: Li bajarê Birûcird li parêzgeha Loristanê, girtiyek hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duh danê sibê girtiyek bi navê Şahrox Seferî li girtîgeha bajarê Birûcird li parêzgeha Loristanê hat bidarvekirin.

Ew welatiyê han par û bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê îdamê hatibû mehkûmkirin. 

Hîn nûçeya bidarvekirina wî welatiyê Birûcirdî di medyaya Îranê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin