Li Çaldiran kolberek hat kuştin û çend kolber jî hatin girtin

Hengaw: Hêzên parastina sînor yên Îranê li devera Çaldiran ya parêzgeha Azerbaycana Rojava kolberek kuştin û çend kolber jî girtin.

05 November 2020 21:48

 

Hengaw: Hêzên parastina sînor yên Îranê li devera Çaldiran ya parêzgeha Azerbaycana Rojava kolberek kuştin û çend kolber jî girtin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro danê êvarê hêzên parastina sînor yên Îranê li devera Çaldiranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek hat kuştin. Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Hesen Delayî Mîlan (38 salî) û bavê 3 zarokan û xelkê gundê Qeşqeblaxê bû. 

Jêderekî ji Hengawê re got, heta niha jî termê wî kolberî teslîmî malbata wî nehatiye kirin û çend kolberên din jî, ku bi wî re bûn, hatine girtin. 

Li gorî amarên Hengawê, di heyama vê hefteyê de herî kêm 3 kolber li deverên sînorî yên Kurdistanê hatine kuştin û 5 kolber jî birîndar bûne.
Aa


Di vî warî de zêde bixwînin