Li Çaldiranê kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Hengaw: Li devera Çaldiran ya parêzgeha Ormiyê kolberekî din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

07 November 2020 14:45


Hengaw: Li devera Çaldiran ya parêzgeha Ormiyê kolberekî din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî li devera Çaldiran ya Ormiyê, hêzên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Kemal Elem Holû û xelkê bajarokê Çaldiran hat kuştin.

Pêr (5 vê mehê) jî li heman deverê kolberekî kurd bi navê Hesen Delayî Mîran ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin