Li girtîgeha Ormiyê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt!

Hengaw: Li bajarê Ormiyê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt.

29 October 2020 09:58


Hengaw: Li bajarê Ormiyê 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro danê sibê 3 girtî li girtîgeha navendî ya Ormiyê, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, girtiyekî din jî ku bi wan sê kesan re bû û biryar bû were îdamkirin, beriya ku wî bibin ber dara îdamê, xwe kuşt.

Ew 4 kesên han, ku hemû jî azerî bûn, 5 sal berê bi tohmeta kuştina 5 kesan hatibûn girtin û bi sizayê qîsasê hatibûn mehkûmkirin. 

Tevahiya wan girtiyan duhî bo cihê îdamê hatibûn veguhestin. 

Navê yên ku hatine bidarvekirin: Yasir Pûrmihemedî, Murteza Heyderî, Îrec (paşnavê wî nehat zanîn), Elî Melikî (xwe kuşt)


Di vî warî de zêde bixwînin