Li Kamiyaranê jinekê xwe xendiqand

Hengaw- Jinekê ciwan li bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anî û bi vî awayî li gor amaran li despêka biharê

15 May 2019 19:05


Hengaw- Jinekê ciwan li bajarê Kamyaran ya Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anî û bi vî awayî li gor amaran li despêka biharê heya niha va her du rojan jinekê dawî bi jiana xwe aniye.

Li gor agahiyên gehiştine destê Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê, êvara roja duşemiyê 13 mehê jinekê ciwan xelkê Kamyaranê bi navê Îlham Moradî bi sedema kêşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor agahiyan, Îlhama ku xwediyê zarokekê ye xwe darvekiriye.

Li gor amarên Hengawê li despêka biharê ve heya niha, herî kêm 28 jinan li bajarên Rojhilayê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anîne û bi vî awayî her du rojan jinekê xwe kuştiye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin