Li Kirmaşanê mîn bi karmendên dezgeha pûçkirina mînan de teqiya

Hengaw: Li parêzgeha Kirmaşanê du karmendên dezgeha pûçkirina mînan, ji ber teqîna mînê birîndar bûn.

11 November 2020 09:57


Hengaw: Li parêzgeha Kirmaşanê du karmendên dezgeha pûçkirina mînan, ji ber teqîna mînê birîndar bûn. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 7 vê mehê ji ber teqîna mînê li devera sînorî ya Somarê li parêzgeha Kirmaşanê, du karmendên dezgeha pûçkirina mînan ya Kirmaşanê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, yek ji wan karmendan xelkê bajarê Îlamê û navê wî jî Elî Rizayî ye. Çavên wî û destê wî birîndar bûne. Navê yê din jî Celal Absalan û xelkê Kirmaşanê ye. Ew jî gelekî birîndar bûye pêla teqînê pê girtiye û heta niha nehatiye ser xwe. 

Li gorî amar û agahiyên Hengawê, di nav du hefteyên borî de herî kêm 5 welatiyên kurd li deverên sînorî yên Kurdistanê ji ber teqîna mînan birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin