Li Kurdistanê di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine

Hengaw - Li Kurdistanê, di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine ku temenê 5 kes ji wan kêmtirî 18 salan bûye.

24 October 2020 19:49

 

Hengaw - Li Kurdistanê, di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine ku temenê 5 kes ji wan kêmtirî 18 salan bûye.  

Li gorî raporta navenda mafên mirov ya Hengaw, di nav mehekê de (ji 20 Îlonê heta 20 Cotmehê) li Kurdistanê 12 kesan xwe kuştine ku 6 jin û 6 jî zilam in. Li gorî raporta han, temenê 5 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç û yek jî kur e.  

Sebeba piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne. 

 Li gorî raporta Hengawê; li Îlamê 3 kesan xwe kuştine (2 jin û zilamek), li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes (2 jin û 3 zilam) û li Ormiyê jî 3 kes (2 jin û zilamek) xwe kuştine.  

10 kes ji wan kesan xwe xeniqandine, kesekî bi xwarina derman xwe kuştiye û yekê jî xwe li ser ban avêtiye xwarê û xwe kuştiye.


Di vî warî de zêde bixwînin