Li Loristanê girtiyek hat bidarvekirin

Hengaw: Li parêzgeha Loristanê welatiyek li ser madeyên hişber hat bidarvekirin.

28 October 2020 13:38


Hengaw: Li parêzgeha Loristanê welatiyek li ser madeyên hişber hat bidarvekirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 26 vê mehê welatiyekî 34 salî bi navê Peyman Sefayî, ku bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin, li girtîgeha bajarê Elîguderz li parêzgeha Loristanê hat bidarvekirin.

Dezgeha mafên mirov ya Îranê li ser wî ragihandiye, ew welatiyê han bi tohmeta hilgirtina 75 kg madeyên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Lê wî ew tohmet red kiribû û gotibû ku ew bar ne yê wî bûye û wî tenê veguhestiye.

Heta amadekirina vê nûçeyê, ti çavkaniyekî medyayî yê Îranî behsa îdamkirina wê kesî nekiriye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin