Li Newsûd û Bane du kolber di êrişa pasdaran de birîndar bûn

Hengaw: Li deverên sînorî yên Newsûd û Bane du kolberên kurd ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hatin birîndarkirin.

05 November 2020 17:34


Hengaw: Li deverên sînorî yên Newsûd û Bane du kolberên kurd ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, duhî pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd ya Kirmaşanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Sîna Keremî û xelkê bajarê Ciwanro giran birîndar bû. 

Pêr jî li devera Bane ya bajarê Sine, kolberekî kurd di êrişa pasdaran de giran birîndar bibû. 

Navê wî kolberî jî Hîdayet Husênî (25 salî) û xelkê bajarê Serdeştê bû.


Di vî warî de zêde bixwînin