Li Ormiyê kolberekî kurd di êrişa pasdaran de birîndar bû

Hengaw: Li bajarê Ormiyê kolberek di dema kolberiyê de bi guleyên pasdarên Îranê birîndar bû.

30 November 2020 17:27


Hengaw: Li bajarê Ormiyê kolberek di dema kolberiyê de bi guleyên pasdarên Îranê birîndar bû.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, duhî danê êvarê pasdarên Îranê li devererka sînorî ya bajarê Ormiyê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Ayhan Xidirî (22 salî) û xelkê gundê Kuran yê Ormiyê giran birîndar bû.
Ayhan Xidirî, ku di serê xwe de birîndar bûye, li yek ji nexweşxaneyên Ormiyê de tê dermankirin. 

Tê gotin ku rewşa wî kolberê kurd, ku bavê du zarokan e, xirab e.


Di vî warî de zêde bixwînin