Li Pîranşar û Bane du kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatin birîndarkirin

Hengaw : Du kolber di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên parastina sînor yên Îranê ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn.

25 October 2020 23:42


Hengaw : Du kolber di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên parastina sînor yên Îranê ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn.

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro hêzên parastina sînor yên Îranê li dever Hengejal ya bajarê Bane, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek bi navê Basit Mihemedî, xelkê gundê Nenor yê Bane di piyê xwe de birîndar bû. Ew kolberê birîndar birin nexweşxaneya Bane.

Li bajarê Pîranşarê û li bilindahiyên Qendîl jî komek kolberên kurd ji aliyê hêzên parastina sînor yên Îranê ve hatin gulebarankirin. Di wê êrşê de jî kolberek bi navê Hemîd Ehmedî birîndar bû.
 


Di vî warî de zêde bixwînin