Li Pîranşarê kolberek hat kuştin

Hengaw: Li devera Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

11 May 2019 09:38


Hengaw: Li devera Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Hengawê, duh li nêzîkî bajarê Pîranşarê û li ser sînorê Rojhilat û Başûr, kolberekî kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hat.

Li gorî agahiyan, ew kolberê kurd di encama wê êrişê de giran birîndar bû. Piştî ku rakirin nexweşxanê, li wir can da.

Hat gotin ku navê wî kolberî Eshed Burke û xelkê gundê Soxanlî yê Pîranşarê bûye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin