Li Riwanser û Serdeştê du karker di dema kar de canê xwe ji dest dan

Hengaw: Li bajarên Serdeşt û Riwanserê du karker di dema kar de canê xwe ji dest dan.

27 October 2020 09:14


Hengaw: Li bajarên Serdeşt û Riwanserê du karker di dema kar de canê xwe ji dest dan.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro (26 Cotmehê) xortekî kurd yê xelkê bajarê Serdeştê bi navê Eşkan Qadirî (18 salî) li ser karê xwe bi elektirîkê canê xwe ji dest da.

Roja îniyê (23 vê mehê) jî li nêzîkî gundê Bedel Abad yê Riwanserê xortekî 17 salî yê bi navê Yasir Seîdî, dema bi tiraktorê kar dikir, tiraktora wî wergeriya û canê xwe ji dest da.

Yasir Seîdî xelkê gundê Hesen Abada Şile yê Riwanserê bû.
 


Di vî warî de zêde bixwînin