Li Selmasê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li Selmasê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

10:08 - 7 December 2020


Hengaw: Li bajarê Selmas li parêzgeha Azerbaycana Rojava kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine Hengawê, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Selmasê kolberekî kurd di dema kolberiyê de kuştin.

Li gorî agahiyan, kolberê han bi navê Ferzad Sedozade (41 salî) li nêzîkî gundê Kozereş yê Selmasê, bi barê xwe ve hatiye kuştin.

Tê gotin ku barê wî cigare bûye û ji Îranê dibir Tirkiyê. 

Kolberê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Kozereş û bavê du zarokan bûye.