Li Serdeşt û Dêhloranê du jin ji aliyê malbatên xwe ve hatin kuştin

Hengaw: Li bajarên Serdeşt û Dêhloranê du jin ji aliyê malbatên xwe ve hatin kuştin.

08 December 2020 21:14

 

Hengaw: Li bajarên Serdeşt û Dêhloranê du jin ji aliyê malbatên xwe ve hatin kuştin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, duh bi şev li taxa Kanî Mer ya bajarê Serdeştê jinek bi navê Wefa Ebdullahzade (43 salî) li ber mala xwe di êrişeka çekdarî de hat kuştin. 

Li gorî agahiyên Hengawê, ew jina han demek bû ji hevjînê xwe cuda bibû û li malekî de bi tenê dijiya. Pêwendiyên wê bi malbata wê re jî nemabûn. 

Çavkaniyekî ji Hengawê re ragihand, ew jina kurd ji aliyê birayên xwe ve hatiye kuştin lê heta niha Hengawê nekariye wê agahiyê piştrast bike. 

Duhî li gundê Zulfiqar yê nahiya Deşt Ebas ya bajarê Dêhloran li parêzgeha Îlamê, keçek 22 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. 

Tê gotin ku ew keça han li ser pirsgirêkên nav malbata xwe de hatiye kuştin. 

Berpirsên hikûmetê dane zanîn ku birayê wê keçkê hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin