Li Sine jinek ji aliyê birayên xwe ve hat serjêkirin

Hengaw: Li gundekî bajarê Sine, jinek “ji ber parastina namûsê” ji aliyê malbata xwe ve hat serjêkirin!

01 December 2020 10:58


Hengaw: Li gundekî bajarê Sine, jinek “ji ber parastina namûsê” ji aliyê malbata xwe ve hat serjêkirin!

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, roja 29 Mijdara îsal, jineka 31 salî bi navê Sergul Hebîbî, li gundê Sûraze yê Sine, ji aliyê birayên xwe ve û bi hêceta parastina namûsê, hat serjêkirin û perçe perçekirin. 

Sergul Hebîbî, xelka gundê Tiwarmela yê Sine û dayka du zarokan bû. 

Li gorî agahiyan, beriya niha ew jina han bi tohmeta wê yekê ku pêwendiya wê bi xortekî re hebûye, ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin lê zû hatibû berdan.

Termê wê jinkê duhî li goristana Mihemedî ya bajarê Sine hat veşartin.


Di vî warî de zêde bixwînin