Loristan – Hemwelatiyek hat îdamkirin

Hengaw: Meha borî hemwelatiyekî xelkê parêzgeha Loristanê bi tohmeta qetla enqest hat îdamkirin.

10 September 2019 10:03


Hengaw: Meha borî hemwelatiyekî xelkê parêzgeha Loristanê bi tohmeta qetla enqest hat îdamkirin.

Ligor raporta gihiştiye destê Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê, roja çarşemê 8ê Tebaxa 2019an hukmê îdamkirinê bi ser hemwelatiyê bi navê Turenc Feyzî li bajarê Birûcêrd ê ser bi Loristanê hatiye sepandin. Herwiha li zindana navendî ya Loristanê Turenc Feyzî hatiye îdamkirin.

Ligor peyamnêrê Hengawê Turenc Feyzî 37 salî ye û beriya bi 4 salan bi tohmeta qetla enqest hatiye desteserkirin û dadgeha îdarî ya Îranê hukmê îdamê li Turenc Feyzî biriye.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî medyaya Îranê derbarê îdamkirina hemwelatiyê bi navê Turenc Feyzî di zanyarî belav nekiriye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin