Meha borî 7 kurd li Îranê hatin bidarvekirin

Hengaw: Meha borî 7 girtiyên kurd li Îran û Kurdistanê hatin bidarvekirin.

03 November 2020 17:00


Hengaw: Meha borî 7 girtiyên kurd li Îran û Kurdistanê hatin bidarvekirin. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, meha Cotmeha îsal, 7 welatiyên kurd di girtîgehên Ormiye, Kirmaşan û Elîgûderz de hatine bidarvekirin. 

Li gorî agahiyan, 6 kes ji wan bi tohmeta kuştinê û yek jî bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Li gorî amarên Hengawê, 4 kes ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, xelkê parêzgeha Ormiyê bûne, 2 kes xelkê Loristanê û kesek jî xelkê Kirmaşanê bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin