Melayekî ji ber destdirêjyê li ser zarokeka 11 salî hat girtin!

Hengaw- Melayekî gund li Kurdistanê destdirêjî kir ser keçekî 11 salî û ji ber wê hêzên ewlehiyê ew girtin, lê

26 August 2019 21:37


Hengaw- Melayekî gund li Kurdistanê destdirêjî kir ser keçekî 11 salî û ji ber wê hêzên ewlehiyê ew girtin, lê mala wî jî ji aliyê xelkê gund ve hat hilweşandin.

Li gor raporta Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, çend roj berî niha li gundê Heza Xan a xwarê ya ser bi qeza Sunqur a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, melayekî destdirêjî kir ser keçekî temen 11 salî.

Ew keça 11 salî, salek berî naha bavê wê di bûyerekî hatûçûyê de jiyana xwe ji dest da û sêwî maye û melayê tê gotin jî ji wê rewşê îstîfade kiriye û destdirêjî kiriye ser wê keçê. Lê wê keçê rewş ji dayîka xwe re gotiye û melayê bi navê Elî Fedayî ji ber wê jî piştî rewş aşkera bûye reviyaye.

Li gor heman çavkaniyê şeva 24.08.2019ê mela ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat girtin û radestî dadgeha taybet a Hemedanê hat kirin.

Herwaha hat zanîn hin saziyên ewlehiyê û qaymeqamê Sunqur hewl daye ku li hember hinek pare, dayîka wê keçê razî bikin ku dozê venekin, lê dayîka wê keça 11 salî ev yek red kiriye.

Li gor zanyariyên Hengawê, di çarçoveya bertekên li hember wî karê mela kiriye, rûniştvanên gund avêtine ser mala wî û mala wî hilweşandine.
 


Di vî warî de zêde bixwînin