Merîwan- 3 sal cezayê zindanê bi ser jinekê da hat sepandin

Hengaw: Hemwelatiyeka xelkê Merîwanê ku di 13ê Gulana 2019an da hatibû desteserkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî

07 September 2019 20:55


Hengaw: Hemwelatiyeka xelkê Merîwanê ku di 13ê Gulana 2019an da hatibû desteserkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îranê va 3 sal cezayê zindanê bi ser da hat sepandin.

Ligor nûçeya gihiştiye destê Dezgeha Mafê Mirov Hengawê beriya bi çend rojan Dadegeha Şoreş a Sinê 3 sal cezayê zindanê bi ser hemwelatiya bi navê Îran Rahpeyker da sepandiye.

Ligor zanyariyên peyamnêrê Hengawê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê bi tohmeta hevkariya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê zindanê li Îran Rahpeyker biriye. Herwiha dadgehê destûr nedya parêzerên Îran Rahpeykerê di danişînê da amade bibin.

Îran Rahpeyker 33 salî ye û keça Mihemed Xerîb e ku di 13ê Gulana 2019an ji Herêma Kurdistanê dihere Îranê ji aliyê Îtlaata Îranê va dihête desteserkirin.

Herwiha Îran Rahpeyker aniha li Zindana Navendî ya Sineyê girtiye.

Ligor zanyariyên Hengawê 8 jinên kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta beşdarî û alîkarya partiyên siyasî di hatine zindanîkirin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin