Merîwan- Hemwelatiyek di encama teqîna mayînekê de birîndar bû

Hengaw- Cotkarekî pîremêrd li bajarê Merîwanê di dema kar li naw zeviyên xwe de bi teqîna mayînekê lingekî xwe ji dest da.

07 May 2019 22:44

 

Hengaw- Cotkarekî pîremêrd li bajarê Merîwanê di dema kar li naw zeviyên xwe de bi teqîna mayînekê lingekî xwe ji dest da.

Li gor agahiyên Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, roja şemiyê 16 meha Nîsanê demjimêr 11 pêşnîvero de di encama teqîna mayînekê de, cotkarekî kurd birîndar bû.

Li gor agahiyên peyamnêrê Hengawê, Mihemed Îmanverdê 50 salî xelkê gundê Asanabadê, di encama teqîna mayînekê de lingekî xwe ji dest daye.

Li gor amarên Hengawê di sala sala 2018an de, di encama teqîna mayînande herî kêm 55 welatiyên kurd qurbanî bûne ku li wan 55 kesane, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 40 kesên din jî seqet bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin