Mihabad- Şer di navber hêzeke Kurdî û çekdarên Îranê de derket

Hengaw- Di navber hêzeke Kurdî û çekdarên Sipahê de li Mihebadê şer derket.

13 June 2019 11:01


Hengaw- Di navber hêzeke Kurdî û çekdarên Sipahê de li Mihebadê şer derket.

Li gor agahiêyn geheştî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw êvara roja çarşemiyê 12 mehê li devera navber Nexede û Mihabadê de, şerekî çekdarî di navber hêzeke Kurdî û Sipaha Pasdarên Îranê da derketiye.

Li gor gotina jêderekê agahdar, şer li demjimêr 9 şevê de derketiyê û heya niha berdewame. Hatiye zanîn ku heya niha çendîn ambulans ji bo deverê hatine şandin û kuştî û birîndarê Sipahê gelekin.

Ji aliyek din ve hêzên Sipahê jî çiyayên nêzîkî vê deverê dane ber topan û topbaran heya niha jî berdewame.

Heya niha çapemeniya Îranê behsa vê şerî nekiriye û tu hêzekî Kurdî jî ev şere negirtiye stûyê xwe.
 


Di vî warî de zêde bixwînin