Nayê zanîn rewşa gerîlaya girtî ya PJAKê çî ye

Hengaw: Heta niha nayê zanîn gerîlayeka PJAKê ya xelka Kurdistana Sûriyê, ku meha borî di ş

12 November 2020 15:03


Hengaw: Heta niha nayê zanîn gerîlayeka PJAKê ya xelka Kurdistana Sûriyê, ku meha borî di şerekî de ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin, li ku ye û çi hatiye serê wê. 

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, mehek bi ser girtina gerîlaya PJAKê ya bi navê Avaşîn Zagros, ku xelka Kurdistana Sûriyê ye, ji aliyê pasdarên Îranê ve derbas dibe lê hîn nayê zanîn ew li ku ye. 

Li gorî agahiyan, ew gerîlaya PJAKê dema hat girtin, birîndar bû. Piştî pansimanek biçûk, yekser teslîmî îtilaata bajarê Sine hatibû kirin. 

Avaşîn Zagros, roja 11 Cotmeha îsal li nêzîkî bajarê Merîwanê, di şerekî de ku di navbera gerîlayên PJAKê û pasdarên Îranê de derketibû, bi birîndarî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin