Newsûd – Mîn teqiya û kolberek giran birîndar bû

Newsûd – Mîn teqiya û kolberek giran birîndar bû

10:15 - 2 November 2020


Hengaw: Li devera Newsûd ya Kirmaşanê ji ber teqîna mînekê kolberek birîndar bû.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, îro danê êvarê mînek li nêzîkî gundê Şoşmê yê nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê teqiya.

Li gorî agahiyan, di wê teqînê de kolberek giran birîndar bû.

Çavkaniya Hengawê ragihand, navê wî kolberê ku birîndar bûye, Loqman Rehîmî û xelkê gundê Banewre yê Newsûdê bûye. Di wê rûdanê piyekî wî kolberî qut bûye.