Ormiye - Girtiyekî kurd ji ber ku dereng gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest da

Hengaw: Girtiyekî kurd di girtîgeha Ormiyê de, ji ber ku dereng gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

13 November 2020 13:31


Hengaw: Girtiyekî kurd di girtîgeha Ormiyê de, ji ber ku dereng gihandin nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 11 vê mehê girtiyekî kurd bi navê Sadiq Melekî, ku demek bû nexweş bû, di girtîgehê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, sebeba serekî ya mirina wî girtiyê kurd ew bû ku dereng gihandin nexweşxanê. 

Çavkaniyekî li nav girtîgehê ji Hengawê re ragihand, wî girtiyê kurd roja 7 vê mehê, dema gardiyanên girtîgehê qawîş teftîş dikirin, hinek madeya hişber daqurtandibû da ku nekeve destê gardiyanan. 

Piştî ku berpirsên girtîgehê zanîn, ew girtiyê kurd birin cihê karantînê û zêdebarî têkçûna rewşa tenduristiya wî, ew nebirin nexweşxanê, ji ber wê jî canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin