Ormiye - Welatiyekî kurd bi sizayê 5 sal zîndan hat mehkûmkirin

Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Ormiyê, piştî 14 mehan desteserî, hat dadgehîkirin û bi sizayê girtinê hat mehkûmkirin.

28 November 2020 23:14


Hengaw: Welatiyekî kurd yê xelkê bajarê Ormiyê, piştî 14 mehan desteserî, hat dadgehîkirin û bi sizayê girtinê hat mehkûmkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine destê Hengawê, welatiyê kurd yê bi navê Mesûd Hacîzade, ku 45 salî û xelkê nahiya Sêro ya Ormiyê ye, ji aliyê dadgeha înqilab ya Ormiyê bi tohmeta hewla têkdana asayişa milî û endamtiya Partiya Komele ya Kurdistana Îranê bi 5 sal zîndan hat mehkûmkirin.

Mesûd Hacîzade, roja 8 Îlona sala 2019 ji aliyê îtilaata Ormiyê ve hat girtin û roja 19 Îlona heman salê bo girtîgeha navendî ya Ormiyê hat veguhestin. Ji wê demê ve nehatibû dadgehîkirin û dadgeha wî çend roj berê hat kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin