Pîranşar-Keçekê nûciwan ji ber evîndariyê xwe dar ve kir

Hengaw- Keçekê nûçiwan li gundekî Pîranşarê ji ber ku malbatê rê nedaye li gel kurê ku dixwaze zewac bike xwe kuşt.

25 May 2019 21:05


Hengaw- Keçekê nûçiwan li gundekî Pîranşarê ji ber ku malbatê rê nedaye li gel kurê ku dixwaze zewac bike xwe kuşt.

Li gor agahiyên gihiştine destê Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê, roja înê 24 mehê keçekê nûçiwan li gundê Şinabada Pîranşarê bi navê Fayize Hemzepûr xwe dar ve kir û dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor agahiyan, keça 14 salî ji ber ku malbata vê qebûl nekirine ku Fayize li gel evîndarê xwe zewac bike xwe darvekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku evîndarê Fayizê jî zivistana borî bi heman sedemê xwe kuştê bû.
 


Di vî warî de zêde bixwînin