Pirtûkfiroşekî kurd ji ber firotina Incîlê hat girtin!

Hengaw– Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, pirtûkfiroşekî kurd ji ber ku Incîl firotibû, hat girtin.

26 August 2019 21:14


Hengaw– Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, pirtûkfiroşekî kurd ji ber ku Incîl firotibû, hat girtin.

Li gor nûçeya gihiştiye destê Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê îro pêncşemê 26- 08-2019an ragihandiye, pirtûkfiroşekî kurd bi navê Mistefa Rehîmî li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku Incîl firotibû, hat girtin.

Mistefa Rehîmî bi 91 roj zîndan hat mehkûmkirin û ev 10 roj in di zîndanê de ye.

Ew pirtûkfiroşê kurd îsal biharê, ji ber ku di dikana wî ya pirtûkan de pirtûkên Incîl jî hebûne, hatibû girtin lê paşê bi awayekî demkî hatibû berdan. Piştî ku dadgehê fermana girtina wî da, dîsa vegeriya zîndanê.
 


Di vî warî de zêde bixwînin