Rohjhilat-Xwekuştina 30 kesî di heyama mehekê de

Hengaw- Di heyama meha borî de li Rojhelatê Kurdistanê 30 kesî xwe kuştîye.

21 May 2019 10:31


Hengaw- Di heyama meha borî de li Rojhelatê Kurdistanê 30 kesî xwe kuştîye.

Li gor amarên Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê, tenê di heyama meha borî de 30 kesî li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine ku 17 ji wan jin û 13 kesên din jî zilam bûne.

Li nav wan kesan da 4 zarokên ku temenên wan li 18 kêmtir hebûne û 3 kes jî temenên wan li 50 salî zêdetir bûye.

Sedemên xwekuştinê
Pisgirêkên malbatî 16 kes(11 jin û 5 zilam)
Pirsgirêkên bêkarî û feqîrî 9 kes(2 jin û 7 zilam)
Pirsgirêkên nefsî 3 kes her sê kes jin bûne
Zewaça bi zorê 1 kes jin bûye
Sedemên nediyar 2 kes( yek jin û yek zilam)

Navçeyên ku xwekuştin tê da rû dane
Îlam 4 kes(2 jin û 2 zilam)
Kirmanşan 7 kes(3 jin û 4 zilam)
Sine 10 kes(6 jin û 4 zilam)
Urmiye 9 kes(6 jin û 3 zilam)

Çawaniya xwekuştinê
Xwedarvekirin 20 kes(10 jin û 10 zilam)
Bi çekê 3 kes(2 jin û 1 zilam)
Bi xwarina heb û dermana 4 kes(2 jin û 2 zilam)
Xweşewitandin 3 kes her sê kes jî jin bûne.
 


Di vî warî de zêde bixwînin