Rojhilat- 3 kolber birîndar bûn

Hengaw- Din ava çend rojên dawiyê da 3 kolberên kurd di navbera sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê birîndar bûn.

08 September 2019 21:07


Hengaw- Din ava çend rojên dawiyê da 3 kolberên kurd di navbera sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê birîndar bûn.

Ligor zanyariyên gihiştine Dezgeha Mafê Mirov a Hengawê 08.09.2019an kolberekî xelkî Serdeşt ê bi navê “Yûsif Mistefapûr“ ji ber teqeya yekser a Spaya Pasdarên îranê birîndar bû.

Herwiha ligor zanyariyan ew kolber xelkê gundê Darmercane yê li bajarê Serdeştê.

Herwiha li aliyê din jî roja înê 06-09-2019an kolberekî din ku xelkê Pîranşarê ye û navê wî Miḧemed Ehmediyan e ji ber teqeya yekser a Spaya Pasdarên Îranê birîndar bûye.

Dîsan di roja înê 06-09-2019an kolberekî gundê ”Derenaxî“ yê ser bi Merîwanê di dema kolberiyê da otomobîlekê lê daye û ji ber wê jî birîndar bûye.
 


Di vî warî de zêde bixwînin