Salek cezayê zindanê li çalakvan Tofîq Mahmûdî hatiye birin

Hengaw: Dadgeha Şoreş a Sineyê salek cezayê zindanê li çalakvan û karkerê kurd Tofîk Mahmûdî biriye.

12 May 2019 13:01


Hengaw: Dadgeha Şoreş a Sineyê salek cezayê zindanê li çalakvan û karkerê kurd Tofîk Mahmûdî biriye.

Ligor zanyariyên gêhiştine ber destê Dezgeha Mafê Morvan a Hengawê îro şemiyê 11ê Gulanê Dadgeha Şoreş a Sineyê bi tohmeta hevkariya hizbeke kurdî a dijberî Îranê yek sal cezayê zindane daye karkerê kurd ê bi navê Tofîq Mahmûdî.

Tofîq Mahûdî di dawiya zivistana îsal da hatibû destgîrkirin û piştî girtîmayîna 2 mehan hatibû dadgekirin herwiha îro bi bedîla 100 mîlyon tumenî hat azad kirin.

Herwiha herwisa îro karkerekî din ê xelkê Sinê bi navê Îqbal Şebanî jî yek sal cezayê zindanê lê hatibû birîn.
 


Di vî warî de zêde bixwînin