Seqiz – 3 welatiyên kurd ji ber veşartina termê çekdarekî PJAKê hatin girtin

Hengaw: Sê endamên malbateka xelkê bajarê Seqizê, ku par zivistanê ji

11 November 2020 13:03


Hengaw: Sê endamên malbateka xelkê bajarê Seqizê, ku par zivistanê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatibûn desteserkirin, bi sizayê zîndanê hatin mehkûmkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, roja 8 vê mehê 3 welatiyên kurd bi navên Hamid Şêxî, Nebî Mela Weysî û Eyûb Kakaxanî li bajarê Seqizê û bi fermana dadgehê hatin girtin, 2 ji wan derbasî zîndana bajarê Seqizê û yek jî derbasî zîndana bajarê Bîcarê hat kirin.

Welatiyên han roja 14 Sibata îsal û di dema ku termê çekdarekî PJAKê bi navê Reûf Şêxî vedişartin, hatibûn girtin piştî 40 rojan li hember 200 milyon tûmen bi awayekî demkî hatibûn berdan. 
Dadgeha Seqizê, bi tohmeta hevkarî bi PJAKê re, sizayê yek sal zîndan mehkûm kir.

Li gorî agahiyên Hengawê, Eyûb Kakaxanî û Nebî Mela Weysî zavayên mala Şêxî bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin