Seqiz – Bazirganekî kurd ji tirsa pasdaran rastî rûdana tirafîkê hat û mir

Hengaw: Li bajarê Seqiz li parêzgeha Kurdistanê, bazirganekî kurd ji tirsa pasdaran di encama

21 November 2020 12:45


Hengaw: Li bajarê Seqiz li parêzgeha Kurdistanê, bazirganekî kurd ji tirsa pasdaran di encama wergeriyana otomobîla xwe de canê xwe ji dest da.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, pêr (19 vê mehê), pasdarên Îranê li ser rêka Seqiz-Dîwandere otomobîla bazirganekî kurd bi navê Saman Coşenî, bi gumana ku barên qaçax tê de hene, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, ji ber wê jî otomobîla wî bazirganî wergeriya û di encamê de canê xwe ji dest da.

Paşê hat dîtin ku ti barek di otomobîla wî bazirganê kurd de nebûye.


Di vî warî de zêde bixwînin