Seqizê- Ciwanekî kurd ji ber lixwekirina tîşêrtê alaya Kurdistanê hate girtin

Hengaw- Ciwanekî xelkê Seqizê ku bihara îsal hatibû girtin ji aliyê dadgeha Înqilabê ve hate cezakirin.

10 June 2019 10:05


Hengaw- Ciwanekî xelkê Seqizê ku bihara îsal hatibû girtin ji aliyê dadgeha Înqilabê ve hate cezakirin.

Li gor agahiyên gehaştinî destê Dezgeha Mafên Mirov ya Hengawê roja pêncşemiyê 6 mehê dadgeha Înqilaba Seqizê ciwanekî xelkê wî bajarî bi navê Milad Fazilpûr bi 3 mehan zîndan ceza kiriye.

Hat zanîn ku dadgehê ji ber ku wî xortî tîşêrtek ku alaya Kurdistanê li ser bûye li xwe kiriye ev ceza kiriye.

Milad Fazilpûr kurê Mihemed xelkê gundê Milqrnî ya Seqizê ye û di Newroza îsal da hatibû girtin û bi kefaletê hatibû azadkirin.
 


Di vî warî de zêde bixwînin