Serdeşt – Kolberekî kurd hat kuştin

Hengaw- Li devera Serdeştê Spaya Pasdarên Îranê êrîşî kolberan kirin û di encamê êrîşê da kolberekî kurd hatiye qetilkirin.

04 May 2019 22:28

 

Hengaw- Li devera Serdeştê Spaya Pasdarên Îranê êrîşî kolberan kirin û di encamê êrîşê da kolberekî kurd  hatiye qetilkirin. 

Li gor agahiyên gehiştinî destê Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê êvarê roja duşemiyê 22ê vê mehê, li nêzêkî bajarê Serdeştê û li ser sînorê Rojhilat û Başur Kurdistanê hêzên Pasdarên Îranê gule le komek kolberan reşandin.

Di encama wê êrişê de, kolberek bi navê Zahir Derang kurê Ebdullah hat kuştin. Ew kolberê 35 salî xelkê devera Alana Serdeştê ye û li ber giraniya birîna xwe demûdest jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahîyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê di destpêka sal 2019 ve heta niha 23 kolberan li ser sînorên Kurdistanê mirine ku 9 jî wan bi guleyên rasterast ve hatine kuştin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin