Sine- Du hemwelatiyên kurd bêyî dadgehkirinê hatine zindanîkirin

Hengaw: Du girtiyên siyasî bi navên Heyîder Qurbanî û Mehmûd Sadiqî xelkê bajarê Kamyaranê

08 May 2019 11:39

 

Hengaw: Du girtiyên siyasî bi navên Heyîder Qurbanî û Mehmûd Sadiqî xelkê bajarê Kamyaranê bi tohmeta beşdarîkirin di kuştina çend kes ji endamên spaha pasdaran, hatin girtin ku heyamê 30 heyve di dirtîgeha bajarê Sine de bi bêdozgerî, zîndana xwe derbas dikin.

Li gor raporta ku bi destê Saziya Mafê Mirovan a Hengawê gihiştiye, du zîndaniyên siyasî xelkê Kamyaranê bi navên Heyîder Qurbanî û birê hevjîna wî Mehmûd Sadiqî dî meha Rezberan a 2017an, tev çend hewelatiyên din xelkê gundê Bizoweşî ya wî bajarî, di wê demê de di girtîgeha Sine de hatine girtin.

Bi gotina çavkaniyeke hayidar, di dozgeriyê de du lêpirsîn ji bo Heyîder Qurbanî û Mehmûd Sadiqî hatiye wekirin ku yek ji aliyê malbata kuştiyan û yek jî ji aliyê îdara Îtîllatê we hatiye çêkirin û 30 mehe bilateklîfin.

Nûça girtina Mehmûd Sadiqi bo cara yekem di Hengawê de hatiye bilav kirin.

Rejîma Îranê di yek ji TVyên xwe de bi navê (Press Tv) du sal berî niha fîlma danpêdan Heyîder Qurbanî,zîndaniyê siyasî yê kurd hat bilavkirin.

Bi gotina kesên nêzîkê wî Heyîder Qurbanî di bin eşkencê de naçar bi gotina wê yekê ku kuştina wan endamên spaha pasdaran bixe stuyê xwe.

Di wê fîlma 20 deqan de, sûçdar berçawê malbatên kuştiyan ku ser bi rejîma Îranê ne, bas ji çawaniya kuştinê dike.

 

 


Di vî warî de zêde bixwînin