Sine - Dû xuşk ji aliyê malbata xwe va hatine kuştin

Hengaw – Ligor zanyariyên gêhiştine Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê îro çarşemê 08-5-2019an du

08 May 2019 23:51


Hengaw – Ligor zanyariyên gêhiştine Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê îro çarşemê 08-5-2019an du xuşkên bi navên Şayiste Emînî û Esra Emînî ji aliyên birayên xwe va li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Ligor zanyariyan ew herdu xuşk li mala bavên xwe li bajarê Sinê bi derbeyên kêrê hatine qetilkirin.

Çavkaniyên Hengawê aşkere dikin keça bi navê Şayiste 33 salî ye û dayika 2 mindalan e û beriya bi demekê ji hevserê xwe ciya bûye. Herwiha Esra jî 22 salî bûye.

Heta aniha hêzên emnî yên Sineyê sedema kuştina wan herdu xuşkan aşkere nekiriye û bav û birayên keçan piştî kuştina her du keçan xwe radestî hêzên emnî kirine û lêpirsîn derbarê bûyerê da berdewam dike.
 


Di vî warî de zêde bixwînin