Sine – Endameka koma Dayîkên Aştiyê bi 6 sal zîndan hat mehkûmkirin

Hengaw: Jineka bi temen, xelka bajarokê Dêgulan li parêzgeha Kurdistanê,

22 November 2020 10:39


Hengaw: Jineka bi temen, xelka bajarokê Dêgulan li parêzgeha Kurdistanê, ku par zivistanê hatibû girtin, bi tohmeta hevkarî ligel partiyên Kurdistanî bi 6 sal zîndan hat mehkûmkirin. 

Li gorî raportên ku gihîştine destê dezgeha mafên mirov ya Hengawê, jina bi temen ya bi navê Zeyneb Îsmaîlî (58 salî), xelka bajarokê Dêgulan û endama Dayîkên Aştiyê, bi tohmeta endamtiya PKKê bi 5 sal zîndan û bi tohmeta propagandeya li dijî rêjîmê jî bi salek zîndan hat mehkûmkirin. 

Li gorî agahiyên jêderekî haydar, malbata Zeynbe Îsmaîlî piştî ku ji fermana dadgehê hatin agahdarkirin, bi rêka parêzer bertek nîşanî fermana dadgehê dan û duhî rûniştina yekem li dadgeha bajarê Sine hat lidarxistin. 

Zeyneb Îsmaîlî roja 27 Sibata 2020 ji aliyê hêzên îtilaata bajarokê Dêgulan ve hatibû girtin û piştî mehekê bi şert û kefalet hatibû berdan. 

Zeyneb Îsmaîlî, dayîka xortê bi navê Mihemed Emîn Emîrî ye ku sala 2014 di nav reftên YPGê de û di şerê Kobanî de canê xwe ji dest da. 

Dayîkên Aştiyê, komek dayîk in ku zarok yan jî kesekî nêzîkî wan, yan hatine kuştin yan jî hatine bidarvekirin. Ew koma han nêzîkî PKKê ne û dibêjin, armanca wan aşitî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin