Sine- Girtina 3 endamên Navenda çandî ya Nûjîn

16:35 - 24 May 2019


Hengaw- Hêzên Îtilaatê li bajarê Sine ya Rojhilata Kurdistanê 3 endamên çalak yên Navenda çandî û civakî ya Nûjîn li bajarê Sine girtine.

Li gor agahiyên geheştinî destê Dezgeha Mafê Mirov ya Hengaw, hêzên Îtilaatê li bajarê Sine di çend rojên borî de herî kêm 5 endamên çalak yên Navenda çandî û civakî desteser kirine û ji bo şûneke nediyar birine.

Navên kesê sê kesên hatine girtin wiha ne;
Zehra Mihemedî
Idrîs Minberî
Rêbwar Minberî


Heta niha sedemên girtina wan kesa diyar nebûye.


Li gor agahiyan ew sê kesene roja pêncşemiyê 23 mehê hatine girtin.