Sine- Sê hemwelatî hatine desteserkirin

Hengaw: Hêzên emnî yê Komara Îslamî ya Îranê sê hemwelatiyên kur dli bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê desteser kirine.

26 May 2019 10:37


Hengaw: Hêzên emnî yê Komara Îslamî ya Îranê sê hemwelatiyên kur dli bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê desteser kirine.

Ligor zanyariyên gihiştine ber destê Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê roja çarşemê 22ê Gulanê hêzên emnî yên Îranê li bajarê Sinê li gundê Gawere sê hemwelatiyên kurd tometa hevkariya ligel hizbên Kurdistanî yên dijî hikûmetê desteserkirine.

Ligor zanyariyên peyamnêrê Hengawê ragihandiye nasnameya wan kesên hatine desteserkirin wiha ye: “Selah Sadî, Heyder Sadî û Dawid Ehmedî ye û her sê hemwelatî jî ji Gawerê ne.

Li aliyê din herçend zêdetir ji çend roj bi girtina wan hemwelatiyan jî derbas bûye heta aniha aqûbeta wan nayê zanîn.
 


Di vî warî de zêde bixwînin