Şino- Di navber hêzeka kurdî û Sipaya Pasdaran de şer derket

Hengaw- Li deverên çiyayî yên Şinoyê di navber hêzeka kurdî û çekdarên Sipaya Pasdaran de şer derket.

13 May 2019 22:01


Hengaw- Li deverên çiyayî yên Şinoyê di navber hêzeka kurdî û çekdarên Sipaya Pasdaran de şer derket.

Li gor agahiyên gehiştinî destê Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, roja yekşemiyê 12 mehê di navbera hêzeka kurdî û çekdarên Sipaya Pasdaran de şerekî giran derketiye.

Li gor agahiyên peyamnêrê Hengawê, şer li nêzîkî gundê Nejderî yê ser bi devera Deştebêla Şinoyê de qewimiye.

Hat zanîn ku şer heta nîvro drêj kiriye û hêza Pasdaran neçar mane bi helîkopteran hêzên xwe bigehînine çiyayê Hacî Ebdula.

Li aliyê din heta niha hejmara kuştî n birîndar wî şerî nehatiye zanîn û hêşta tu hêzekî kurdî jî, ev şere negirtiye stûyê xwe.
 


Di vî warî de zêde bixwînin