Şino – Du welatiyên kurd bi 102 meh zîdan hatin mehkûmkirin

Hengaw: Du welatiyên xelkê bajarê Şino, ku destpêka havîna îsal ji aliyê hêzên îtilaata bajêr ve hatibûn girtin,

04 November 2020 19:56


Hengaw: Du welatiyên xelkê bajarê Şino, ku destpêka havîna îsal ji aliyê hêzên îtilaata bajêr ve hatibûn girtin, bi 102 meh zîndan hatin mehkûmkirin.

Li gorî raportên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, du welatiyên xelkê bajarê Şino bi navên Rehîm Refhet û Rehman Tabiş, ku destpêka havîna îsal ji aliyê hêzên îtilaata bajêr ve û bi tohmeta endamtiya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatibûn girtin, bi giştî bi 102 meh zîndan hatin mehkûmkirin.

Her yek ji wan bi tohmeta endamtiya PDKÎ, 3 sal û 7 meh û bi tohmeta dijbertiya rêjîma Îranê jî 7 meh sizayê girtinê wergirtin. 
Lê li gorî qanûnên Îranê, sizaya herî zêde dê bikşînin, yanê 3 sal û 7 mehan dê di zîndanê de bimînin.  

Ew welatiyên kurd destpêka havîna îsal bi 6 kesên din re li Şino hatibûn girtin lê piştî du mehan, bi şert û bi awayekî demkî hatibûn berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin